Adar 10, 2021 09:05 Asia/Tehran
  • Çavkaniyekî rûsî: Lavrov îro li Duhayê bi Çavuşgolu re dicive

Çavkaniyekî rûsî ragihand ku Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê îro li Qeterê bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bicive.

Tê payîn ku Wezîrê Derve yê Rûsya bi mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî re bicive. Her wiha Lavrov dê bi hempîşeyê xwe yê Qeter Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî re gotûbêjê bike. 

Wezareta Derve ya Rûsyayê piştrast kir ku Lavrov dê di dîroka navbera 8 û 12`ê Adarê de serdana Îmaratê bike û dê bi mîrê Ebu Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid û wezîrê derve Şêx Abdullah Bin Zayid re bicive. Her wiha dê serdana Erebistana Siûdî bike û tê payîn ku bi mîr Mihemed Bin Selman û wezîrê derve mîr Feysel Bin Ferhan re rûne.

Serepeyv