Adar 06, 2021 17:34 Asia/Tehran
  • MOSAD derbarê têkçûna Rêjîma Siyonîst li hemberî Îranê mukur hat

Rêxistina Sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst (MOSAD) derbarê têkçûna vê rêjîmê li hemberî Îranê mukur hat.

Li gorî rapora rojnameya libnanî ya El-Exbarê, Rêxistina Sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst (MOSAD) tevî mukurhatina derbarê têkçûna vê rêjîmê li hemberî Komara Îslamî ya Îranê di raporekê da mukur hat ku rewşa Israîlê gelekî xerabtir ji sala 2015an û beriya wajokirina Peymana Navokî ye.

Di vê raporê da hatiye ku rayedarên Rêxistina Sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst (MOSAD) Bênyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Israîlê hişyar kirine ku Îranê şiyana xwe ya leşkerî zêde kiriye û bandor û hebûna xwe li navçeyê zêde kiriye.

Li gorî vê raporê, Rayedarên MOSADê sebeba derdana Israîlê li hemberî Îranê encama serneketina serokên vê rêjîmê dizanin.

 

Serepeyv