Baregeha asimanî ya Melik Xalid a Erebistanê careke din kete ber êrîşa yemeniyan
Adar 06, 2021 08:35 Asia/Tehran
Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê berbanga Şemiyê ragihand ku baregeha asimanî ya Melik Xalidê li başûrê Erebistanê ketiye ber êrîşa balefirên bêbalefirvan.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Mesîreyê, Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê Yehya Serî got: Baregeha asimanî ya Xalidê li navçeya Xemîs Meşîta başûrê Erebistanê bi du balefirên bêbalefirvan ên cûreya Semad 3 ketine ber êrîşê.
Wî her wiha got: Baregeha asimanî ya Melik Xalid wek bersiva bo dewama êrîşên hevpeymaniya siûdî û dewama dorpêçkirinê ketiye ber êrîşê.