Êrîşa mûşekî ya artêşa Yemenê ser civîna serokên Hevpeymaniya Siûdî li Marebê
Sibat 26, 2021 16:09 Asia/Tehran
Çavkaniyên leşkerî yên Yemenê qala êrîşa li ser civîna serok û efserên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî-Imaratî li Marebê kirin.
Li gorî rapora Kanala Meyadînê, Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê berbanga Îniyê civîna serok û efserên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî-imaratî li Marebê dan ber êrîşê.
Li gorî gotina çavkaniyên leşkerî, ev êrîş gelekî deqîq bû û hejmareke fermandarên hevpeymaniya siûdî hatine kuştin û birîndar bûne.