Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê li parêzgeha Marebê pêşda çûn
Sibat 20, 2021 16:34 Asia/Tehran
Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê pêşdaçûna xwe li parêzgeha Marebê li bakurê rojhilatê vî welatî didomînin.
Li gorî rapora Kanala Meyadînê, Hêzên Artêşê û Tevgera Ensarullaha Yemenê îro Şemiyê piştî pevçûna giran digel mîlîtanên dewleta istîfakirî ya vî welatî karîn kontrola navçeya Teleya El-Hemra û baregehên derdora wê li rojavayê parêzgeha Neftzêm a Marebê bigirin destê xwe.
Kirêgirtiyên yemenî bi serokatiya Mensûr Hadî serokomarê istîfakirî yê Yemenê û hevpeymaniya Siûdî hewil dan ku kampên awareyên yemenî li Marebê wek mertala mirovî jibo pêşîlêgirtin li pêşdaçûna hêzên yemenî bi kar bînin.