Biryara Biden ji bo betalkirina boykota li ser Tevgera Ensarullaha Yemenê
Sibat 06, 2021 10:48 Asia/Tehran
Rayedarekî berpirs li Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku dewleta Joe Biden biryara xwe ji bo betalkirina boykota li ser Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihandiye Kongreyê.
Li gorî rapora rojnameya Washington Postê, Rayedarekî agah li Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku dewleta Joe Biden serokomarê Amerîkayê ji Kongreyê ra ragihand ku Tevgera Ensarullaha Yemenê ji lîsteya Rêxistinên Têrorîst jêdibe.
Kirîs Murfî (Chris Murphy) Senatorê Demokrat biryara Biden ji bo jêbirina Tevgera Ensarullaha Yemenê ji lîsteya Rêxistinên Têrorîst pêngaveke din a baş ji aliyê dewleta wî va da zanîn.