Ensarullah: Ceribandina mûşekî ya nû ya Îranê hilgira peyameke girîng e
Muhemed Ebdulselam Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê di axaftinekê da ceribandina mûşekî ya nû ya Îranê xwedanê peyameke girîng da zanîn.
Li gorî rapora Mesîreyê, Muhemed Ebdulselam, ,Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê û Serokê desteya gotûbêjker a Senayê, êvara Duşemiyê got: Ceribandina mûşekî ya nû ya Îranê, welatê ku bi dehan sal e hatiye dorpêçkirin, peyameke girîng jibo dost û dijmin heye û ew jî ev e ku vîna gelan ji her dorpêçkirinekê bihêztir e.
Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê destnîşan kir: Vê ceribandinê selimand ku boykot çarenûs nîne û renge derfetek be ku Îranê di rastiyê da ev kar kir.
Ehmed Huseynî, Berdevkê Koma Fezayî ya Wezareta Berevaniya Îranê berêvara Duşemiyê got: Avêtina lêkolînî ya mûşeka setlaythilgir a Zulcenahê bi teknolojiya bihêztirîn motora ardûya hişk li welêt bo cara yekem di warê fezayî da pêk hat.