Sibat 01, 2021 21:38 Asia/Tehran
  • Rojnama Jerusalem Post a Siyonîstî: Di navbera hikûmeta Filistînê û Hemasê de nakokî hene

Rojnama Siyonîstî ya Jerusalem Postê îdia dike li Difa Xerbiye(Rojavayê Çemê Urdinê) û Xezayê, beriya lidarketina hilbijartinan, pêngavên girtinê di navbera hikûmeta Filistînê û tevgera Hemasê de pêk tên.

Di demekê de ku nûnerên komên Filistînê, di nav de jî Fetih û Hemas, li paytexta Misirê Qahîreyê kom bûne, da ku serkeftina hilbijartinan misoger bikin, pêngavên girtinê dest pê kir.

Rojnama Jerusalem Post a Rejîma Îsraîlê îdia kir ku ruxmî axaftinên girêdayî lidarxistina hilbijartinên giştî yên nû li Filistînê, lê hikûmeta Filistînê û tevgera Hemas alîgirên hev li Difa Xerbiye û Xezayê tengav dikin.

Vê rojnama siyonîstî îdia dike ku agahiyên xwe ji çavkaniyên filistînî wergirtine û di dewamê de nivîsiye: “Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Filistînê li Difa Xerberiyê bi tawana endamtiya Hemasê 5 kes girtin, yek ji wan rojnamevanekî ji Nabulsê Emîd Şihadê ye.”

Vê rojnamê îdia kiriye ku çalakvanekî hiqûqî yê filistînî dibêjin, ji tevgerên desthilata Filistînê diyar dibe ku di pêkanîna hilbijartinên azad de ne cidî ne.

Li aliyekî din di hefteya borî de rayedarên filistînî yên li Ramallahê, Hemas bi domandina pêngava li dijî endamên Fetihê li Xezayê, tawanbar kirin.

Hemasê di demeke berê de diyar kiribû ku ew amade ye tev li hilbijartinan bibe. Tevgera Cîhad a Îslamî ya li Xezayê mîna berê hilbijartin boykot kir.

Serepeyv