Çile 12, 2021 13:57 Asia/Tehran
  • Rola şehîd Silêmanî di xurtkirina komên filistînî da

Nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Têhranê tevî sipasiya ji rola serdar sipehbud Şehîd Qasim Silêmanî, ew wek hokara yekîtî û xurtkirina komên filistînî li hemberî Rêjîma Siyonîst da zanîn.

Nasir Ebûşerîf, Nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Têhranê li gotûbêja bi IRAN Pressê ra ku roja Sêşemiyê hat weşandin da, got: Şehîd Silêmanî piştgirê Berxwedanê bû û heke Komara Îslamî ya Îranê û hac Qsim Silêmanî û hevriyên wî û piştgiriyên wan ên berdewam nebûna, Berxwedanê dê nekariya li hemberî êrîşên xeternak ên siyonîstî û amerîkî li ber xwe bida.

Ebûşerîfî got: Şehîd Silêmanî di yekîtî û xurtkirina morala Bereya Berxwedanê da xwedan roleke girîng bû û ji ber vê yekê bû sebeba xurtbûna Bereya Berxwedanê li hemberî Rêjîma Siyonîst û komploya aliyên rojavayî û di serê wan da Amerîkayê.

Nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Têhranê her wiha derbarê meşqa şêrr a vê dawiyê ya komên filistînî li Xezeyê û peyama wê got: Meşqa şêrr a vê dawiyê hevdem digel şehîdbûna Hac Qasim Silêmanî, nîşana yekîtiya komên filsitînî li hemberî Rêjîma Siyonîst e.

 

Serepeyv