Çile 11, 2021 22:31 Asia/Tehran
  • Reuters: Rêveberiya Trump wê Ensarullaha Yemenê weke koma 'terorîst' ragihîne

Ajansa Reutersê sibeya duşemê ji zarê 3 çavkaniyên agahdar ragihand ku Hikumeta Donald Trump ku li ber çûyînê ye wê Ensarullaha Yemenê bixe nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' ên biyanî.

Li gor IRNA, du çavkaniyên agahdar ji Reuters re gotine ku diqewme ku ev pêngav roja Duşemê were cîbicîkirin.

Di vê çarçovê de wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo diyar kir ku Hûsî li lîsteya reş hatiye bicihkirin.

Dîplomat û komên alîkariyê bi fikar in ku ev gav dikare hewlên li dijî qeyrana mirovî ya li Yemenê asteng bike.

Di heman demê de di çend rojên mayî bo despêbûna deshilata Joe Biden de, ev pêngava rêveberiya Donald Trump dikare danûstandinên aştiyê yên li Yemenê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ji rê derxîne.

Erebistana Siûdî, bi piştgiriya Amerîka, Îmaretê û çend welatên din, ji Adara 2015 û vir ve dorpêça bejahî, deryayî û hewayî ya Yemenê kir û ji erd, esman û deryayê dest bi êrişa leşkerî ya Yemenê kir.

Rejîma Siûdî û hevalbendên wê ji ber berxwedana gelê Yemenê heya nuha negihîştine mebestên xwe li vî welatî yên wek bi deshilatkirina kirêgirtî û destdanayên xwe.

 

Serepeyv