Çile 05, 2021 09:47 Asia/Tehran
  • Artêşa Rejîma Îsraîlê ji tirsa Hizbullahê, devera ''Metela'' herêma leşkerî ragihand

Artêşa Rejîma Îsraîlê ragihand ku herêma Metela ya li ser sînorê bi Lubnanê re herêma leşkerî ya girtî ye. Ev yek ji ber metirsiya ku Hizbullah a Lubnanê di salvegera terorkirina serdar Qasim Sulêmanî de êrişekê pêk bîne ye.

Radyoya Artêşa Rejîma Siyonîstî ragihand: Artêşê hatûçûn li nêzîkî herêmên bi ser sînorê Lubnanê ve qedexe kir.

Li aliyekî din jî malpera "Wala" ya Rejîma Îsraîlê li ser zimanê rayedarên saziya ewlehiyê ya vê rejîmê îdia kir ku tevî koordînaya di navbera artêşa Îsraîlê û artêşa Amerîkayê de li Rojhilata Navîn, îranî hê jî plan dikin ku tolê terorkirina zanyarê nukleerê Muhsin Fexrîzade, hildin.

Malpera Wala herwiha li ser zimanê  berpirsên saziya ewlehiyê ya Rejîma Îsraîlê îdia kir ku Îran fişarê li Hizbullah dike ku beriya dema Trump li Koşka Spî bi dawî bibe êrişan li dijî Îsraîlê pêk bîne û ji guhartina desthilatiyê derfet bigire.

Eva di rewşekê de ye ku rayedarên Îranî, rayedarên amerîkî hişyar kirin ku Rejîma Siyonîstî hewl dide bi kiryarên provokatîf û tehrîker yên wekî êrişa ser berjiwendiyên Amerîkayê li navçê, vî welatî neçar ke ku bikeve nav şerê li dijî Îranê.

Serepeyv