Almanya ji şerên li Lîbya û Yemenê re çekan difiroşe
Almanyayê di sala 2020’an de herî kêm bi qasî milyarek eûro çek firotine aliyên ku li Lîbya û Yemenê şer dikin.
Wezareta Aboriyê ya Almanyayê bersiv da pirsnama Partiya Keskan û diyar kir ku hatiye pesendkirin ew di sala 2020’an de bi qasî 5 milyar eûroyan çekan bifiroşin welatên biyanî. Di sala 2019’an de firotina çekan bi qasî 8 milyar eûro bû û di sala 2020’an de ev hejmar daket 5 milyaran.
Heta 17’ê Kanûna 2020’an Almanyayê pesend kiriye ku bi qasî 753 milyon eûroyan çek û malzemeyên leşkerî bifiroşe. Li gorî van hejmaran bi qasî 305 milyon eûroyan firotine Qeterê, bi qasî 51 milyon eûroyan firotina Îmartetên Yegirtî yên Erebî, bi qasî 22 milyon û 900 hezar eûroyan jî çek firotine Tirkiyê.
Di nav vana welatan de dewleta Wifaqa Neteweyî ya Lîbya û Hevpeymaniya Erebî ya lidijî Yemenê şer dike jî hene. Misir, Îmaretên Ereban ên Yekgirtî, Urdun û Bahreyn û Erebistana Siûdî li Yemenê di nav Hevpeymaniya Erebî de ne. Ev koalîsyon li dijî Ensarullaha Yemenê (milîşên Hûsî û qismek mezin ji artêşa Yemenê) şer dikin.
Neteweyên Yekbûyî gelek caran diyar kiribû ku Tirkiye û Îmîratên Ereban ênYekgirtî çekan didin hêzên li Lîbyayê û ambargoya NY binpê dikin..