Li bakurê Sînayê ya Misirê 2 teqîn pêk hatin
Îro di encama 2 teqînan de li bakurê Sînayê herî kêm 3 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Misirê ragihand ku îro 2 bombeyên ku li bakurê girava Sînayê hatibûn çandin teqiyan, di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Rayedarên Misirê der barê teqînê de tu daxuyanî nedan. Lê Associated Press ku agahiyên xwe ji zarê rayedarên ewlehiyê û rayedarekî tenduristiyê wergirtine, da zanîn ku her du bombe li nêzî nuqteyên kontrolê yên cuda yên li bajarokê El-Şêx Ziwêd di derengiya şeva pêncşemê de teqiyane.
Rayedaran diyar kir ku di encama teqîna yekemîn de, kesek hatiye kuştin û 7 kes birîndar bûne. Di encama teqîna duyemîn de 2 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan birîndar rakirine Nexweşxana Erîş a leşkerî.
Rayedaran destnîşan kir ku artêşa Misirê duh, rêze-êrişên li dijî bajarokê ku di encamê de 4 leşker hatin kuştin, red dikin. Her wiha nayê zanîn ku serdegirtin beriya teqînan an jî li dû wê pêk hatine.
Heta niha tu aliyan ev bûyer negirtiye ser xwe.