Êrişên mûşekî yên Hevpeymaniya Siûdî ya dagîrker ser deverên cûrbicûr ên Yemenê
Çavkaniyên Yemenî ragihandin ku êrişên hewayî, mûşek û topxanê yên siûdî li hin deverên Yemenê berdewam kirin.
Li gorî televîziyona yemenî ya Al-Masira, êrişkerên Siûdî îro bi roket û top û mûşekan deverên sivîl ên parêzgeha Seedeyê nêzîkî sînorê Erebistana Siûdî kirin armanc.
Êrîşa êrişkerên Siûdî sûka li herêma El-Qehr a li ser sînorê Baqam bû hedef ku di encamê de du welatiyên Yemenî birîndar bûn.
Herwiha balafirên koalîsyona Siûdî a dagirker du caran navçeya Sarwah li parêzgeha Marib û du caran jî navçeyên Mudxel û çar caran jî devera Meczer bombebaran kirin.
Di heman demê de, êrişkerên Siûdî 48 caran parêzgeha el-Hudeydeh li rojavayê Yemenê bombebaran kirin.
Erebistana Siûdî, bi piştgiriya Amerîka, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî(Îmarat) û çend welatên din, ji Adara 2015an û vir ve Yemen ji hêla bejahî, deryayî û hewayî dorpêç kirine û her roj li dijî vî welatî dest bi êrişên leşkerî dikin. ev şerxwazî û cinayetên vê hevalbendiyê û welatên hanê heya niha bûne sedema mirina zêde ji 17 hezar yemeniyan û birîndarbûna bi dehan hezarên din û awarebûna bi milyonan yemeniyên din.