Netenyahu serdana Îmarata erebî dike
Kanûn 10, 2020 14:19 Asia/Tehran
Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Benyamin Netenyahu dê serdana Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî(Îmarat) bike û rojnameyeke Îsraîlê jî dema serdanê aşkera kir.
Rojnameya Haaretz a siyonîstî bi raportekê aşkera kir serokwezîrê rejîma Siyonîstî Benyamin Netenyahu roja 23.12.2020ê bo serdaneke fermî dê biçe Îmarat a Erebî ya Yekgirtî.
Vê rojnamê ew serdan wek serdaneke dîrokî pênase kir û ragehand ev yekem car e Netenyahu diçe wî welatî.
Berpirsek ji dîwana serokatiya hikûmeta Rejma Siyoinîstî ji rojnamê re ragehandiye, Netenyahu plan danîbû heftiya borî serdanê bike, lê îstixbarata Îsraîlê serdan paşxistibû, bo ku dema pêwîst li berdest be bo amadekariyên tedbîr wergirtina ewlehiyê û agahiyên îstixbaratê yên parastina Netenyahu.