Dewama pêşdaçûna artêşa Yemenê li bakurê Marebê
Kanûn 05, 2020 19:57 Asia/Tehran
Çavkaniyên yemenî qala pêşdaçûna berbiçav a artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li bakurê bajarê Marebê kirin.
Li gorî rapora malpera Yemen Newsê, Hêzên artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê roja Îniyê karîn ku hejmareke din a baregeh û binkeyên leşkerî li bakurê bajarê Marebê azad bikin.
Li gorî gotina çavkaniyên xwecihî, hêzên yemenî li navçeya Rexwanê kirêgirtiyên ser bi dewleta istîfakirî ya Mensûr Hadî ya ser bi Erebistanê bi tam xstin bin dorpêça xwe.
Hevdem hin çavkaniyan li bajarê Marebê qala pevçûna giran navbera çekdarên ser bi delweta Hadî û Partiya El-Islah digel qebîleyên Marebê û rewşa qeyranî li vê navçeyê kirin.