Sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê digel rayedarên leşkerî yên Qeterê civiya
Sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê digel Wezrîê rawêjkar di warê berevaniyê û hejmareke fermandar û efserên leşkerî yên Qeterê civiya û derbarê xurtkirina hevkariya leşkerî ya çendalî bi wan ra axivî.
Li gorî rapora Fars Newsê, Krîstofêr Mîlêr, Sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi mebesta gotûbêjkirina mijarên hevpar ên navbera Qeter û Amerîkayê û hevkariya leşkerî ya du welatan di serê desteyekê da çûye Dûhayê.
Wezareta Berevaniyê ya Qeterê ragihand ku di hevdîtina Sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê digel Xalid bin Muhemed Etiye alîkarê serokwezîr û wezîrê rawêjkar ê vî welatî di warê Berevaniyê da ku hejmareke fermandar û efserên hêzên çekdar ên Qeterê jî hebûn, pêwendiyên leşkerî yên du welatan û riyên xurtkirin û berfirehkirina wê hat vekolandin.
Sergêrê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê roja Çarşemiyê jî çû Behreynê.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê roja çarşemiyê armanca vê sefera Mîlêr, sipasiya ji leşkerên amerîkî li navçeyê û derbaskirina Cejna Sipasiyê li kêleka wan da zanîn.