Rayedarê yemenî: Bila Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî helwêstên xwe bide ber venihêrînê
Alîkarê Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê destnîşan kir: Êrîşa mûşekî ya yemeniyan li ser kûrahiya axa Erebistanê vê peyamê digihîne ku hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî divê venihêrînekê di helwêstên xwe da pêk bîne.
Fehmî Yûsifî, Alîkarê Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê îro Duşemiyê di gotûbêja bi Al Alamê ra got: Li gor zêdebûna cinayetên Hevpeymaniya destdirêjker û bêsoziya wan derheqê peymanan, zêdekirina êrîşan mafê rewa yê hêzên yemenî ye.
Vî rayedarê yemenî got: Guhertinên rewşa meydanî li Yemenê rewatiya tam dide hêzên yemenî ku êrîşî ser welatên destdirêjker bikin.
Alîkarê Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê destnîşan kir: Êrîşên mûşekî yên yemeniyan her wiha vê peyamê ji Senayê digihîne welatên rojavayî ku odeya operasiyonê ya hevpeymaniya destdirêjker li Erebistanê bi rê va dibe.
Li gorî rapora Televîziyona Mesîreyê, Yehya Serî, Berdevkê hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê îro Duşemiyê destnîşan kir: Yekîneya mûşekî ya Artêşa Yemenê karî bi mûşekeke Baskdar a ji cûreya Quds-2, rawestgeha belavkirinê ya Kompaniya Petrolê ya Aramkoyê li bajarê Cedeyê bike armanc.
Yehya Serî got: Mûşeka Quds-2 bi awayekî serketî li armancê ket û erebeyên xevakirina êgir û ambûlans bilez bo vî cihî hatin şandin.
Berdevkê hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê got: Ev operasiyon wek bersiva bo dewama destdirêjî û dorpêça Yemenê, her wiha soza çend rojan beriya niha ya hêzên çekdar ên Yemenê jibo pêkanîna operasiyonên berfireh di kûrahiya Erebistanê pêk hat.