Hêzên Yemenê bi mûşekan êrîşî ser palîngeha Aramkoyê ya bajarê Cedeyê kirin
Berdevkê hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê qala êrîşa mûşekî li ser rawestgeha belavkirinê ya Kompaniya petrolê ya Aramkoyê (Aramco) li bajarê Cedeya Erebistanê kir.
Li gorî rapora Televîziyona Mesîreyê, Yehya Serî, Berdevkê hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê îro Duşemiyê destnîşan kir: Yekîneya mûşekî ya Artêşa Yemenê karî bi mûşekeke Baskdar a ji cûreya Quds-2, rawestgeha belavkirinê ya Kompaniya Petrolê ya Aramkoyê li bajarê Cedeyê bike armanc.
Yehya Serî got: Mûşeka Quds-2 bi awayekî serketî li armancê ket û erebeyên xevakirina êgir û ambûlans bilez bo vî cihî hatin şandin.
Berdevkê hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê got: Ev operasiyon wek bersiva bo dewama destdirêjî û dorpêça Yemenê, her wiha soza çend rojan beriya niha ya hêzên çekdar ên Yemenê jibo pêkanîna operasiyonên berfireh di kûrahiya Erebistanê pêk hat.