Pompeo di warê dagîrkirina erdên zêde yên ereb û filistîniyan de piştgiriya Rejîma Siyonîst kir
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di serdana xwe ya cara yekemîn ji bo Golanê de ku parek ji axa Sûriyê ye û Rejîma Siyonîstî ew dagir kiriye, qala girêdana Golan bi Rejîma Îsraîlê ve kir û bangên navneteweyî yên ji bo vegerandina Golan bo Sûriyê, bi tundî rexne kirin.
Pompeo ji Golana dagîrbûyî got: "Tu nikarî li vir bisekinî û li aliyên din ên beramberî sînor temaşe bikî û mijara navendî ya ku Serok Doland Trump îtîraf pê kiriye, înkar bikî. Ev beşek ji Îsraîlê ye."
Pompeo bangên vegera Golan ji bo Sûriyê bi tundî şermezar kirin û îdia kir: "Heger Beşar Esed vî cihî kontrol bike, xeteriya ziyangihandina bi rojava û Îsraîlê xeyal bikin.
Vî wezîrê Amerîkayê ku di nav piraniya gelên cîhanê bi taybetî misilmanan de menfûr e berî viya serdana bajarokên siyonîst yên çêkirî li erdên filistîniyan ên qiraxa Rojavayê Çemê Urdinê kiribû û piştgiriya xwe ji çêkirina bajarokên hanê ragihandibû û ew wek axa Îsraîlê dabûn zanîn.