Mijdar 15, 2020 18:44 Asia/Tehran
  • Roja Civîna sêyem a dadgeha Bênyamîn Nêtanyahû hat diyarkirin

Medyayên Ibrî qala lidarxistina civîna sêyem a dadgeha serokwezîrê Rêjîma Siyonîst di dosyeyên gendeliya aborî li dadgeha navendî ya Qudsê kirin.

Li gorî rapora rojanmeya Ibrî ya Yedîût Aharûnût, Civîna darizandina Bênyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst îro Yekşemiyê bêyî amadebûna wî hat lidarxistin û derbarê rewşa babetên lêkolînê û dewama civînan biryar hat dayînê.

Li gorî vê raporê, biryar e civîna nû ya mehkemekirina Bênyamîn Nêtanyahû jibo bihîstina lêzanînên seretayî derbarê lîsteya tawanên hilêxistî li dijî wî di roja 6ê Kanûnê (Desember) û civîna raberkirina belge û şehediyan jî di Çileya 2021ê  were lidarxistin.

Bênyamîn Nêtanyahû Çarşemiya bihurî daxwaza guhertina lîsteya tawanên xwe da.

Bênyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bi sûcê hewildana jibo xwerevandina ji darizandina bi tawana rişwet, xiyanet û xafilandinê di sê dosyeyên gendeliyê da hatiye tawanbarkirin.

Civîna yekem a darizandina Bênyamîn Nêtanyahû roja 24ê Gulana 2020î destpê bû û civîna duyem jî 19ê Tîrmehê hat lidarxistin.

 

 

Serepeyv