Li Urdunê hilbijartinên giştî pêk hat
Li Urdunê bi tevlîbûneke gelekî kêm, hilbijartinên giştî pêk hat.
Dengdêrên Urdunê roja Sêşemê ji bo hilbijartina 130 parlamenteran dengê xwe dan. Ji 130 parlamenteran 9 jê ji bo nifûsa Xiristiyan û 3 jî ji bo hindikahiyên Çeçen û Çerkez tên veqetandin. Her wiha di çarçoveya qanûneke ku sala 2003'an hate pejirandin, kotaya jinan weke 15 parlamenter hate destnîşankirin.
Li Urdunê ku bi giştî 4.6 milyon dengdêr hene, ji ber şewbê tevlîbûneke kêm li hilbijartinan çêbû. Dengdanê heta saet 21'an dewam kir û heta saet 18:00 rêjeya tevlîbûnê ji sedî 26 bû. Li gorî agahiyan jin hîn kêmtir tevlî hilbijartinê bûne.
Li Urdunê ku nifûsa xwe 10 milyon e, zêdeyî 2 milyon penaberên Sûriyeyî û 2 milyon Filistîniyên penaber hene. Yanî ji sedî 40 ê nifûsa Urdunê penaber in.
Li gorî Bankaya Cîhanê ji sedî 15.7 ê nifûsa Urdunê xizan e. Rêjeya bêkariyê ya çaryeka sêyemîn a sala 2020'an de li Urdunê ji sedî 23 bû.