Artêşa Yemen derbarê êrîşa ser binkeyên leşkerî yên Siûdî Erebistan hişyar kir
Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê derbarê êrîşa ihtimalî ser binkeyên leşkerî yên Siûdî hişyarî da.
Li gorî rapora Fars Newsê, Sertîp Yehya Serî', Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê roja Çarşemiyê li ser hesaba xwe ya twitterê nivîsî: Wek bersiva bo dewama destdirêjiyên hevpeymaniya Siûdî, dorpêçkirina zalimane ya Yemenê, kêşeya leşkerî ya berdewam û pêgiriya dijmin li ser girêdana balefirgeh û bendergehan li ser Yemenê, hêzên çekdar ên Yemenê dê jibo berxwegirtina kiryarên kêşesaz ên beranber di rojên bê da şikê nedin xwe.
Serî tevî h işyarkirinahemî kompaniyên derveyî li Erebistana Siûdî, gelê Hicaz û Necdê her wiha biyaniyên niştecih li hemî deverên vî welatî ji wan xwest ku xwe ji binkeyên leşkerî û aborî yên bingehîn ku di warê leşkerî da tên bikaranîn dûr bikin, ji ber ku ev binke dê bikevin ber êrîşênrewa ên hêzênçekdar ên Yemenê.