Muzakireyên Rejîma Îsraîl û Hemasê ser pevguhertina girtiyan ji nû ve dest pê kirin
Danûstandin û muzakireyên ne yekser ên di navbera Tevgera Hemasê û Rejîma Îsraîlê de yên ji bo temamkirina peymana pevguhertina girtiyan ku beriya du mehan hatibû rewastandin, bi rêya navbeynkaran ji nû ve dest pê kirin.
Dezgehên çapemeniyê yên Rejîma Siyonîstî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê yên vê rejîmê ragihandin ku danûstandinên bi Hemasê re yên ji bo pêkanîna peymana pevguhertina girtiyan, ji nû ve dest pê kirin.
Çavkaniyan wiha dibêjin: “Mijara danûstandinên ji bo vê mijarê ne wekî danûstandinên ji bo agirbestê ne.”
Li gorî agahiyan, di danûstandinên her du aliyan de guhertin çêbûne, ji ber ku Rejîma Îsraîlê mijara pevguhertina girityan bi agirbesta li seranserê Xezayê ve girê da. Lê belê komên Filistînê yên li Xezayê girêdana danûstandinên girtiyan bi doza agirbestê re, red kirin."
Kenala Kan a Rejîma Siyonîstî diyar kir ku danûstandin hîna di destpêkê de ne. Çavkaniyên din jî gotin: “Îsraîl hêviyê di van danûstandinan de dibîne, ji ber wê yekê rejîmê biryara dirêjkirina wîlayeta Blom daye da ku ev doz berdewam bike.”