Cotmeh 23, 2020 14:47 Asia/Tehran
  • Rejîma Îsraîlê êrişên asîmanî li dijî Xezayê pêk anîn

Piştî ku Rejîma Siyonîstî îdia kir ku ji aliyê Xezayê 2 mûşek ber bi baregehên Îsraîlê ve hatine avêtin, balafirên vê rejîmê yên şer êrişên asîmanî li dijî navend û başûrê zîvala Xezayê pêk anî.

LI gor rapora Filistîn El-Yewm, şeva borî bargeha Erîn ya hêzên Îzedîn El-Qesam baskê leşkerî yê Hemasê li wargeha El-Nesîrat ya navenda zîvala Xezeyê bû hedefa êrişên esmanî yên Rejîma Siyonîstî. 

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek dever û erdên çandiniyê ên li naverasta û başûrê Xezayê bombebaran kirin. Di bombebaranê de tu windahiyên canî çênebûn.

Ev êriş piştî ku hat îdiakirin du mûşek ji Xezayê ber bi baregehên Artêşa Rejîma Îsraîlê yên nêzî ve hatibû avêtin, pêk hat.

Artêşa Rejîma Siyonîstî bi daxuyaniyekê îdia kir ku wan nuqteyên tevgera Hemasê yên li Xezayê û di nav de nuqteyên çêkirina çekan û jêrzemîn, kirine armanc.

Piştî van êrişan Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku berxwedan amade ye li ber her êrişeke Rejîma Siyonîst bisekine.

Serepeyv