Wezîrê Cengê yê Rejîma Siyonîstî: Tirkiyê aramiya herêmê tevlîhev dike, divê zextê lê were kirin
Wezîrê Cengê yê Rejîma Siyonîstî Benny Gantz, dewleta Tirkiyê bi xirabkirina aramiya herêmê tewanbar kir û banga pêkanîna fişara navneteweyî li dijî wê kir da ku reftarên xwe biguhere.
Wezîrê Cengê yê Rejîma Îsraîlê Benny Gantz îdia kir: "Dewleta Tirkiyê li pêş rêya geşkirina aştiyê disekin û piştevaniya dijminê herêmê dike."
Daxuyaniya Benny Gantz ji komek rojnamegerên dewletên dorhêla kendava Farsê re piştî peymana bi îxanet a Hevhatinê ya di navbera Rejîma Siyonîstî, Îmarat û Behreynê de pêk hat.
Gantz wiha domand: "Ev tişt hemû aramiyê bi dûr dixin." Gantz bi vê yekê îşaret bi pêngavên dewleta Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê û rojhilatê Deryaya Spî û destwerdana li Lîbyayê kir.
Gantz di civîna "Meclisa Ereb a Tekamul Iqlîmî "de bi vedeokonferansê wiha bi bîr xist: "Teqez, doza Tirkiyê pir girêk e. Ji ber ew parçeyek ji NATO’yê ye."