Di encama êrişa hêzên Rejîma Siyonîstî de li Rojavayê Çemê Urdinê 20 filistînî birîndar bûn
Cotmeh 03, 2020 15:37 Asia/Tehran
Leşkerê Rejîma Siyonîstî şeva borî bi êrişa ser xwepêşandana filistîniyan li gundê Kefer Qedûm yê Rojavaya Çemê Urdinê (Qitayê El-Xerbiye) herî kêm 20 filistînî birîndar kirin.
Fars Newsê ragihand ku Murad Şetewî Hevdengkirê Berxwedana Gelanî li gundê Kefer Qedûmê ragihand leşkerên Rejîma Îsraîlê gaza hêstirêj, bombên dengdar, gullên plastîkî û amûrên li dijî serhildanê li dijî xwenîşanderên filistînî bikar anîn.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rewşa tendirustiya 4 birîndaran pir xisrab e.
Leşkerên Siyonîst ji bo ku bigihêjin hedefên xwe yên nerewa her roj êrişî deverekî Filistînê û filistîniyan şehîd an birîndar dikin û gelek ji wan digirin û diben zîndanê.