Cotmeh 01, 2020 13:42 Asia/Tehran
  • Artêşa Îsraîlê li Qudis û Difa El-Xerbiyê operasyona serdegirtinê destpê kir

Artêşa Rejîma Siyonîstî îro berbanga sibehê li herêmên Difa El-Xerbiyê (Rojavayê Çemê Urdinê) û Qudisê operasyona serdegirtinê destpê kir û di encamê de şer di navbera artêşa vê rejîmê û ciwanan de derket.

Çavkaniyên filistînî dane zanîn ku hêzên Rejîma Îsraîlê girtinên rojane li dijî welatiyên Filistînê li herêmên curbicur ên Difa El-Xerbiyê û Qudisê pêk tînin.

Nivîsgeha Ragihandina Dîlgirtiyên Filistînî ragihand ku hêzên Rejîma Îsraîlê di encama operasyona serdegirtinê de 29 welatiyên Filistînê ku di nava wan de rojnamevanek jî hebû binçav kirin.

Zext û zora Rejîma Siyonîstî ser filistîniyan û êrişên berfire li dijî gelê Filistînê si rewşekê de ku Rejîmên Ereb ên wekî yên Îmaratê û Behreynê ji paş ve xencerî li filistîniyan têxin û li wan xiyanetê dikin û bi Rejîma Siyonîstî re Peymana lihevkirinê û asaykirina pêwendiya îmze kir.

Serepeyv