Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî êrîşên asimanî û topxaneyî birin ser Seide û Heceya Yemenê
Îlon 26, 2020 09:24 Asia/Tehran
Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî Îniyê bi şev hin navçeyên parêzgehên Seide û Heceya Yemenê dan ber êrîşan.
Kanala Mesîreya Yemenê ragihand ku balefirên şêrr ên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî çend caran navçeya Herzê ya parêzgeha Heceya Yemenê dane ber bombeyan.
Her wiha medyayên xwecihî ragihandin ku di êrîşa topxaneya Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li ser şarê Minbeyê li Heceyê, welatiyekî yemenî hatiye kuştin û çar kes birîndar bûne.