Îlon 13, 2020 23:46 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya 14ê Sibatê: Gelê Behreynê bi Rêjîma Siyonîst ra li hev nekiriye

Rêveberê Ofîsa Siyasî ya Hevpeymaniya Xortên 14ê Sibatê ya Behreynê got: Lihevkirinek bi navê asayîkirina pêwendiyên Behreynê digel Rêjîma Siyonîst tune û ev yek divê were berçavgirtin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Ehdê, Îbrahîm Eradî, Rêveberê Ofîsa Siyasî ya Hevpeymaniya Xortên 14ê Sibatê ya Behreynê got: Lihevkirinek bi navê asayîkirina pêwendiyên Behreynê digel Rêjîma Siyonîst tune û ev yek divê were berçavgirtin.

Eradî got: Rêjîma Alê Xelîfe di hevhatina digel Rêjîma Siyonîst da, tevî binpêkirina sozan, hemî nirx, pênase û dîroka niha û pêşeroja Behreynê ji nav biriye.

Di dewama xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê, serokomarê Amerîkayê Donald Trump şeva borî di twittekê de ragihand ku Behreyn û Rejîma Îsraîlê li hev kirine ku pêwendiyên xwe asayî bikin.

Ev lihevkirina wan li cîhanê bi taybet li cîhana Îslamê û di nav raya giştî ya misilman û ereban  de rastî rexne û şermezarkirinên zav hat.

13 Tebaxa borî jî di encama hewldanên Trump ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên erebî û Rejîma Siyonîstî, Îmaratê bi xiyanetkirina li armanc û doza Filistînê bi Rejîma dagîrker a siyonîstî li hev kirin ku pêwendiyên xwe bi tûm asayî bikin.

Grûpên Filstînî bi giştî ew şermezar kirin û Hemasê ew wek xelatkirina Îsraîlê ji ber cinayetên wê li dijî filistîniyan da zanîn ku ji bo filistîniyan û cîhana Îslamê û ereb  pir bi metirsî ye.  

Hewldana welatên erebî ji bo xiyaneta li Filistîniyan û asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîstî di rewşekê de ye ku ev rejîma bi salane filistîniyan dikuje û serkut dike û erdên wan dagir

 

 

Serepeyv