Hêsîrên filistînî li zîndanên Rêjîma Siyonîst di rewşeke weke cehenemê da ne
Îlon 05, 2020 20:25 Asia/Tehran
Desteya karên hêsîrên filistînî rewşa ragirtina van hêsrîan li nav zîndanên Rêjîma Siyonîst wek karesat da zanîn.
Li gorî malpera Arab24ê, Desteya karên hêsîr û azadbûyiyên Filistînê îro Şemiyê bi dxuyaniyekê ragihand ku hêsîrên filistînî li gorî germaya zêde û rêjeya bilind a hewayê şil li nav zîndanan, di rewşeke "Cehenemî" da derbas dikin.
Li gorî vê daxuyaniyê, Ev rewş nemaze li zîndanên Neqeb, Nefhe, esqelan, Demûn û Celbûyê tam tê xuyakirin.
Çarşemiya hefteya borî, Dawûd Telet Xetîb, ji hêsîrên filistînî ku 18 sal zindan lê hatibû birrîn, li zîndana Ûder a nêzikî Ramellahê ji ber êrîşa dil û sersariya rêveberên zîndanê şehîd bû.