Tebax 28, 2020 10:55 Asia/Tehran
  •  Li herêma Xelda ya Lubnanê şer derket: 2 kes kuştin, 3 kes jî birîndar bûn

Di şerê navbera hin kesên çekdar û niştecihên herêma Xelda ya Beyrûtê de 2 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. 

 Li herêma Xelda ya Beyrûtê, bi sedema bilindkirina alên partiyan û sembolên  olî, şer di navbera koma "Ereb Xelda" û hin kesên çekdar de derket. Di şer de topên B7 hetin avêtin.

 Di encamê şer de du kes hatin kuştin, yek ji Sûriyê ye û yekî din 14 salî bû û 3 kes jî birîndar bûn. Di nav de rewşên xeter hene.

Hatibû îdia kirin ku ev şerê hanê di navbera koma "Ereb Xelda"  û Hizbullaha Lubnanê qewmiye, lê belê  Hezbullahê û hevalbendê wê Tevgera Emel beşdarbûna xwe di şerê li herêma Xeldayê de derewand. 

 Li aliyekî din jî eşîreyên Ereb ên herêma Xeldayê bang li artêşa Lubnanê kir ku ji bo parastina şêniyan destwerdanê bike.

 Artêşa Lubnanê ragihand ku wê biryar daye hêzan bişîne herêmê da ku rewşê kontrol bike û kesên tevliheviyê derdixin bigirin. 

Serepeyv