Rejîma Îsraîlê ragihand ku danûstandinê bi Sûdanê re pêk tîne
Tebax 19, 2020 22:40 Asia/Tehran
Wezîrê îstixbaratê yê Rejîma Îsraîlê Eli Cohen îro ragihand ku di navbera vê rejîmê û Sûdanê de danûstandin hene, her wiha wî destnîşan kir ku Îsraîl hêvî dike xwe bigihîne peymana aştiyê.
Eli Cohen got: "Dê peymana pêşerojê ya bi Sûdanê re, penaberên sûdanî yên li Îsraîlê (Filistîna Dagîrkirî) vegerîne welatê wan".
Cohen diyar kir ku Rejîma Îsraîl danûstandinan bi dewletên Ereb û Afrîqayê re pêk tîne.
Duh berdevkê Wezareta Karên Derve ya Sûdanê Heyder Bedewî jî ragihandibû ku welatê wî peymana aştiyê bi Îsralî re lêkolîn dike û îdia kiribû ku ew peyman li gorî berjewendiya Xertûmê ye ku bêyî zirarê bigihîne nirxan.