Şandeyeke ewlehiyê ya Misirê çû Xezayê
Tebax 17, 2020 21:29 Asia/Tehran
Îro ji bo şopandina dosyaya agirbesta di navbera komên Filsitîn û Rejîma Îsraîlê de şandeyeke ji Misirê çû Xezayê.
Misir ku serkêşiya diyalogên têkildarî agirbesta di navbera Îsraîl û Filistînê de dike, şandeyeke ewlehiyê ji bo şopandina dosyaya agirbestê ya di navbera her du aliyan de şand Xezayê.
Ji bo nîqaşa şerê dawîn û ferzkirina Îsraîlê ya tedbîrên tund ên dorpêçkirina Xezayê ji zêdetirî 14 salan ve, dê şande bi fermandarên tevgera Hemas û komên Filistînê re bicive.
Hin çavdêr dibînin ku dê şandeya ewlehiyê ya Misirê aramiyê vegerîne, di heman demê de bihêle Rejîma Îsraîl dorpêça li ser Xezayê sivik bike û şertên agirbestê yên xebata projeyên navneteweyî li Xezayê pêk bîne.