Mehmûd Ebas: Îmaratê heqê xwe tine ji aliyê Filistînê biaxive
Serokê Teşkîlata Xweseriya Filistînê Mehmûd Ebas ragihand ku filistînî nahêlin welatek mesela Filstînê ji xwe re bike hecetek bona normalkirina pêwendiyên xwe bi Rejîma Siyonîstî re.
Li gor rojnama siyonîstî ya Jerusalem Postê, Mehmûd Ebas duh li gotûbêja xwe ya pê telefonê bi serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re desnîşan kir: Îmarat an her welatekî din heqê xwe tine ji aliyê netewê Filistînê biaxive.
Serokê Rêxistina Xwebirêvebir a Filstînê desnîşan kir ku her welatekî din ê erebî ku kiryarek wekî ya Îmaratê bike wê rastî helwêsta Filstînê ya ku derbarê Îmaratê bikar hat, were.
Mehmûd Ebas ev gotin di berteka îdiayên wezîrê mişêwir li karûn derve yê Dewleta Îmaratê Enwer Qerqaş de anî ziman.
Qerqaş duh îdia kir: Rêketinnama asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re ji bo filitandina rêçareya pêkanîna du dewletan û bidestxistina dem û wexteke zêde ji bo despêkirina muzkireyên nevbera Îsraîl û Filistînê hat îmzakirin û eva karekî dirust e.
Îmarat û Rejîma Siyonîstî bi saya navbeynkariya serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê rêketinnama asayîkirina pêwendiyên navbera xwe îmza kirin ku ev yek rastî nerizamendiyên berfire li cîhanê hat û gelek welat û kesayetiyên cîhanê ev kiryara Îmaretê wek xiyaneta li doza Filistînê dan zanîn û ew şermezar kirin.