Tebax 09, 2020 12:50 Asia/Tehran
  •  Xwepêşanderên Lubnanê bi ser dezgehên hikûmetê de girtin 

Li paytextê Lubnanê bajarê Beyrûtê bi hezaran xwepêşanderan daketinin cade û kolanên bajêr û ji ber teqîna 4ê Tebaxê ya li wî bajarî rêveberiya siyasî protesto kirin. Hejmareke xwepêşanderan ketin nav avahiya Wezareta Derve ya Lubnanê daxwaza hilweşandina desthilatdariyê kirin.

Li Beyrûtê bi pêşengtiya efserên malnişîn bi hezaran xwepêşendaran li dijî kesên ku ew weke berpirsên teqînên bendera Beyrûtê dizanin daketin kolanan û li hemberî wan slogan avêtin.

Di navbera xwepêşandêran û hêzên asayişê de pevçûn derket û hejmareke ji xwepêşandêran birîndar bûn.

Herwiha derdoran 200 xwepêşandêran ketin nav avahiya Wezareta Derve ya Lubnanê û gotin ew dê wê avahiyê bikin “binkeya şoreşê”.

Efserê malnişîn Samî Rahmî di nav avahiya Wezareta Derve Lubnanê daxuyanî da û got ku divê desthilatdariya niha ya Lubnanê were hilweşandin.

Roja Sêşemê 4ê Tebaxa 2020an piştî nîvro du teqînên mezin li pey hev Beyrut a paytexta Lubnanê hejandin.

Ew teqîn mezintirîn teqîn bûn di dîroka Lubnanê de û Serokê Lubnanê Michel Aoun (Mîşêl Ewn) jî derbarê teqînan de ameje bi wê kir ku ew li ser lêkolînên diyarkirina sedema teqînan berdewam in.

Li gor amarên fermî heta niha 154 kes ji ber wê teqînê canê xwe ji dest dane û zêdetirî 5 hezar kes jî birîndar bûne

Waliyê Beyrutê jî ragihandiye ku 250 heta 300 hezar kes bê mal û aware bûne, xaniyên wan rûxiyane û li gorî hesabê wan ê destpêkê, ziyana maddî di navbera 3 heta 5 milyar dolaran de ye.

Serepeyv