Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê: Amerîka dixwaze navçeyê nearam bike
Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê tevî amajeya bi hebûna çekdarên Amerîkayê li axa Iraqê got: Ensarullah di warê derxistina çekdarên amerîkî da pişta Bexdayê digire.
Li gorî rapora kanala Mesîreyê, Mehdî Meşat, Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê tevî şermezarkirina boykotên Amerîkayê li dijî Îran, Libnan û Sûriyê, ew zalimane û sebeba bêewlehîtiyê li navçeyê da zanîn.
Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê got: Destdirêjiya Amerîkayê ser firokeya rêwîhilgir a Îranê ku Pêncşemiya heftiya bihurî li asimanê Beyrûtê qewimî, dibe sebeba gurrbûna kêşeyan li navçeyê.
Wî her wiha ragihand ku êrîşên berfireh ên yemeniyan li ser navendên destdirêjkeran dê tenê demekê bên rawestandin ku destdirêjkeriya siûdiyan li Yemenê bi dawî were.