Serokê erkantiya hevpar a artêşa Yemenê: Riya aşitiyê bi rawestandina destdirêjkiriyê destpê dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i309055-serokê_erkantiya_hevpar_a_artêşa_yemenê_riya_aşitiyê_bi_rawestandina_destdirêjkiriyê_destpê_dibe
Serokê erkantiya hevpar a artêşa Yemenê teqez kir: Riya aşitiyê bi rawestandina destdirêjkiriyê û rakirina dorpêçê û cidiyeta praktîkî ya dijmina destpê dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2019 14:00 Asia/Tehran
  •  Serokê erkantiya hevpar a artêşa Yemenê: Riya aşitiyê bi rawestandina destdirêjkiriyê destpê dibe

Serokê erkantiya hevpar a artêşa Yemenê teqez kir: Riya aşitiyê bi rawestandina destdirêjkiriyê û rakirina dorpêçê û cidiyeta praktîkî ya dijmina destpê dibe.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Tesnîm News`ê, serleşkir Muhemed Ebdulkerîm El-Xemarî li gotûbêja bi rojnama  El-Yemen El-Cedîdê re destnîşan kir: Hêzên yemenî îro bihêztir bûne û çekên pêşlêgirtinê hene û dikarin bi wê operasyonên serketî cih bînin û ger dijminê siûdî daxwaza şerekî demdirêj bike, Yemen amadeyî berevaniya ji welêt e.

 Serleşkir El-Xemarî teqez kir: Ger destdirêjiya hevalbendiya siûdî ser Yemenê bidome, ewqasî jî operasyona  eskerî ya berevaniyê û rewşa ya Yemenê dê zêde bibe û dê derbê li hedefên cihêrengtir xîne û  nexşeya armancên artêşa Yemenê dê berfirehtir bibin.

 Serokê erkantiya hevpar a artêşa Yemenê got: Dewleta Emerîkayê bi şandina  karzan û sîstem û çekan, diravên Erebistanê talan dike û dirêjkirina destdirêjkiriyê armanca Emerîka û Îsraîlê ye.

 El-Xemarî di dewamê de got: Dijmin li encama  işkestên xwe li qonaxa bêhêvîtiyê de ye û Yemen îro li riya serketin û pêkanîna hemaseyê ye.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye.Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.