Balafirên Hevalbendîya Seûdî êrişî Senayê kirin, 77 kes hatin kuştin an birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i304412-balafirên_hevalbendîya_seûdî_êrişî_senayê_kirin_77_kes_hatin_kuştin_an_birîndar_bûn
Di encama êrişên balafirên cengê yên Hevalbendîya Seûdî ser Senaya paytexta yemenê de, 6 kes hatin kuştinê, 71 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2019 05:46 Asia/Tehran
  • Balafirên Hevalbendîya Seûdî êrişî Senayê kirin, 77 kes hatin kuştin an birîndar bûn

Di encama êrişên balafirên cengê yên Hevalbendîya Seûdî ser Senaya paytexta yemenê de, 6 kes hatin kuştinê, 71 kes jî birîndar bûn.

Ligorî rapora kanala Al Alamê, Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê Mihemed Ebdulselam ragihand ku ew cinayeta zorbêjên Seûdî, nîşaneyeke işkesta hêzên zorbêj di warên sîyasî û leşkerî da ye.

Yekitîya Alimên Yemenê jî cinayeta Hevalbendîya Seûdî ya êrişa ser deverên xelknişîn ên Senayê şermezar kir û ew ``cinayetek dijî mirovantîyê`` bi nav kir.

Ligorî rapora Televîzyona Al Mesîre ya yemenê, di encama êrişa duh a balafirên cengêyên hevalbendîya Seûdî de gellek mal û avahî l iSenayê wêran bûn û Komên Hawargiheştin û Rizgarkirinê jî mijûlê derxistina meytna ji bi kavilan in.