Sersaxiya salvegera şehadeta hezretê Îmam Elî Al-Neqî(s)
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i257282-sersaxiya_salvegera_şehadeta_hezretê_Îmam_elî_al_neqî(s)
Îro şemî, sêyemîn roja meha Receba sala 1434 beranberî 1Nîsana sala 2017 mîladî salroja şehadeta dehemîn estêrka esmanê îmamet û welayetê Hezretê Îmam Alî Al-Neqî (S) e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2017 03:39 Asia/Tehran
  • Sersaxiya salvegera şehadeta hezretê Îmam Elî Al-Neqî(s)

Îro şemî, sêyemîn roja meha Receba sala 1434 beranberî 1Nîsana sala 2017 mîladî salroja şehadeta dehemîn estêrka esmanê îmamet û welayetê Hezretê Îmam Alî Al-Neqî (S) e.

 

 Îmam Hadî (s) li sala 212 Hicrî Qemerî ji dê bû û piştî şehadeta bavê xwe Îmam Cewad (s) li sala 220 H.Q gihêşte îmametê. xelîfên zorbêje nisilbeta Benî Abbas ji bo girtina pêşiya çalakiyên Îmam Hadî (s) li sala 233 H.Q ew hezreta tevî kurê wî Îmam Hesen Eskerî (s) bi darê zorê veguhestin Samerayê û ew du îmamên hêja heta dawiya emrê tijî berekete xwe li wir di bin çavdêriyê da bûn.Îmam Hadî (s) û Îmam Hesen Eskerî (s) ser navê Eskereyn tên nasîn. Îmam Hadî (s) piştî nêzîkî 42 salan xebat û têkoşîna zanistî û siyasî li roja 3 meha Receba sala 254 H.Q bi komploya xelîfên Abbasî şehîd bû û mezara pîroze wî hezretî jî li Samerayê da ye. Radiyo û televîzyona Komara Îslamî ya  Îranê salroja şehadeta Îmam Hadî (s) li hemû evîndarên malbata hêjaye Pêxemberê mezine Îslamê serxweşî dibêje.