Pîrozbahiya salvegera jidêbûna îmamê yazdehem ê şîeyan
Sibê anku şemiyê 8`ê meha Rebî Ul Saniyê beranberî 7`ê Çileya 2017`an salvegera jidêbûna îmam Hesenê Eskerî (S), mizgînîbêjê munciyê mewûd (Xwedê Teala li Zuhûra wî bilezîne) ye.
Gelê Îranê li salvegera jidêbûna îaîmê yazdehem ê şîeyan bajarên xwe xemilandine û bi belavkirina şîranî û şerbetê vê roja mezin pîroz dikin.
Hezretê îmam Hesenê Eskerî (S) di roja 8`ê sala 232`an a Koça Heyvî li bajarê Medîneyê hat dinyayê.
Vî îmamê hêja bi şirovekirina ramanên şîêî û redkirina gumanên dînî li warê parastina û berfirehkirina îslamê xebitî û bi şirovekirina kiryarên misilmanan di serdema îmammeta hezretê Mehdî (Xwedê Teala li Zuhûra wî bilezîne), ewna ji bo dewrana xeybeta dawîn îmamê mesûm amade kirin.
Yazedehemîn îmamê şîeyan şirovekarê bêhempa yê qurana mecîd bû û di heyama îmameta xwe da, şêwaza durist a şirovekirina vê pirtûka esmanî ji bo xelkê rohn kir û bi mizgînîdana hatina Munciyê Mewûd misilman ji bo bidestxistina ramanên bilind ên îslamê hêvîdar kir.
Îmam Hesenê Eskerî (S) di serdema zariokatiya xwe da ji çavkaniya zanista bavê xwe, îmam Hadî (S) behre wergirt û di temenê 22 saletiyê da bi şehîdbûna bavê xwe, erka giran a îmametê bi qasî şeş salan heta dema şehîdbûna xwe da ser milên xwe.
Dewrana jiyana yazdehemîn îmamê şîeyan hevdem digel hikûmeta xelîfeyên Ebasiyan wek Muteze, Muhtedî û Mutemid bû; Lewma wî kesayetiyê derecebilind tevî hebûna serkutkirin û zext û zor û astengiyan bi tevdîr û hîndekariyên durust, agahî û hevgirtina misilmanan zêde kir.
Saziya Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê salvegera jidêbûna pîroz a îmam Hesenê Eskerî (S) li hemî misilmanên cîhanê bi taybet li şîeyan pîroz dike.