Pîrozbayiya jiber jidayîkbûna alahilgirê Kerbelayê hezretê Ebulfezl (S)
Îro çarşemî,4 Şeibana1437 H.Q, 11 Gulana 2016`an salvegera jidêbûna hezretê Ebulfezlê El-Ebas (S) e.
Hezretê Ebas(s) di 4 Şeibana sala 26 H.Q li Medînê ji dayîk bû û ji paşnavên wî dikarin amajeyî Ebulfezl, Qemerê Benî Haşim, Sipehsalar, Alahilgir û Seqqayê bikin.
Ev kesayetiyê giranqedr ji ewladên hezretê Elî (S) û Fatime Um ul Benîn ji xatûnên oldar û pakdamen ên vê serdemê bû.
Hezetê Ebulfezl (S) hemaseçêkerê serhildana Aşûrayê ye ku bi fidakarî û şehadetê karî ku evîn û hogiriya xwe bo îmamê zemanê xwe nîşan bide û bi vî awayî bibe mînaka hêja ya emekdariyê bo rêwiyên riya heqîqetê.
Hezretê Ebulfzl (S) alahilgirê mezin ê bûyeya Kerbelayê û mizgînê wêrekî û zanatiyê ye ku di roja Aşûrayê de dersa camêrtî û fîdakariyê da û bi îsar û xwegorîkirinê, bû alahilgirê leşkirê îxlas û şehadetê.
Hezretê Ebulfzl (S) di rewşeke meinewî û bi dilovanî da mezin bû û bi mirovantî, wêrekî û teqwa û xwedêtirsiyê nasiyar bû û bi vî awayî amadeyî hizûra li bereyên rawestana li ber leşkirên dijmin bû.
Seqqayê leşkirê Îslamê li şerên curbicur tim piştivanê yekim pêşewayê şîeyan bû û bi hewrêtiya bavê xwe li hember kufr û nifaq û durûtiyê radiwesta û piştî şehadeta hezretê Elî (S), bû alîkarê Îmam Hesen(S) û Îmam Hisêyn(S) li riya cihanîna risaleta giran a rêbertiyê û pêşengê civaka misilmanan.
Rola giring û bibandor a hezretê Ebas (S) li bûyera Aşûrayê ji giştan re eşkere ye, ev kesayetiyê giranqedr li vê bûyerê bona parastin û xurtkirina bingehên heqîqî yên Îslamê heya nefesa xwe ya dawiyê sekinî û bû sembola camêrî û emekdariyê û bi şehadeta xwe li vê xebata mezin, peyama xwe li bara emekdariya bo wilayet û îmametê li dîroka Îslamê mayînde û ebedî kir.
Radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê salroja jidayîkbûna hezretê Ebulfezl (S) li hemî misilmanên cîhanê bitaybet şîeyan pîroz dike.