Pîrozbahiya salvegera jidayîkbûna îmamê ewil ê şîeyên cîhanê
Li her dera Îrana Îslamî li şeva salvegera jidayîkbûna îmamê ewil ê şîeyên cîhanê, hezretê Elî (S) cejn û şadî ye .
Sibê, 13 Receba sala 1437 H.Q, 21`ê Nîsana 2016`an salvegera jidayîkbûna emîrelmominîn Elî (S) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê ye .
Hezretê Elî Bin Ebîtalib(S) di 13 Recebê da jidayîk bû .
Hezretê Îmam Elî (s) ji dema nûgihaniyê ve li cem resûlê giranqedr ê islamê (s) perwerde bû .
Ew yekim kes bû ku hat ser ola îslamê û li hemî qonaxên teblîx û rewacdana ola islamê ji aliyê pêxemberê Ekrem (s) va alîkarê herî sereke yê vî hezretî dihat hisabê.
Xelkê seranserê Îranê, salvegera jidayîkbûna Îmam Elî (s) ku jixwe bavê îmametê bû wek roja Baban bi nav dikin û rêzê lê digrin.
Radyo û televîzyona Komara Islamî ya Îranê salvegera jidayîkbûna hezretê îmam Elî (s) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê li misilman û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.