Serxweşiya ji ber salvegera şehadeta hezreta Fatimeya Zehra yê(S)
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i212770-serxweşiya_ji_ber_salvegera_şehadeta_hezreta_fatimeya_zehra_yê(s)
Sibê 13 Adara 2016`an 3 Cemadiyûsaniya 1437`ê H.Q, salroja şehadeta hezreta Fatimeya Zehra (S), keça giranqedir a pêxemberê Ekrem , hezretê Muhemed (S) û hevjîna Emîrê Mominan Elî Bin Ebî Talib (S) îmamê ewil ê şîên cîhanê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 12, 2016 17:24 Asia/Tehran
  • Serxweşiya ji ber salvegera şehadeta  hezreta Fatimeya Zehra yê(S)

Sibê 13 Adara 2016`an 3 Cemadiyûsaniya 1437`ê H.Q, salroja şehadeta hezreta Fatimeya Zehra (S), keça giranqedir a pêxemberê Ekrem , hezretê Muhemed (S) û hevjîna Emîrê Mominan Elî Bin Ebî Talib (S) îmamê ewil ê şîên cîhanê ye.

Gelê misilman ê Îrana Îslamî li şeva şehadeta xatûna fezîletê, mînaka ifaf û ismetê, hezreta Fatimeya Zehra(S) tazîdar in. Hogirên Ehlê Beyta ismet û teharteê (S) bi amadebûna li mizgevtan, huseyniyan, navendên mezhebî û her wiha merqeda melekûtî ya hezretê imam Riza (S) îmamê heştan ê şîên cîhanê li Meşheda pîroz û hezreta Meisûme (s) li bajarê Qomê li rê û resma tazîdariya şehadeta mezlûmane a keça pêxemberê Ekrem (S) hezreta Fatime (S) hêsiran dibarînin.

Hezreta Fatimeya Zehra (S) ji zarokatiya xwe va ber destê rênimûniyên bavê xwe, pêxemberê ekrem(S) bi lêzanînên bilind ên îlahî mezin bû.

Hezreta Fatima Zehra (S) piştî 18 salan jiyanê ji ber zilmên zav ên hakimên serdemê û xem û xidûka wefata bavê xwe hezretê Muhemed (S) li gorî hin rewayetan 13`ê Cemadiyulewelê û 3`yê Cemadiyusaniya sala 11`ê H.Q şehîd bû.

Radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber salvegera şehadeta hezreta Fatimeya Zehra(S) serxweşiyê dibêje hemî misilman û azadîxwazên cîhanê.