Birêxistina merasima şîngêriya bo hezreta Fatimeya Zehra (S) bi amadebûna rêberê Inqilabê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i212515-birêxistina_merasima_şîngêriya_bo_hezreta_fatimeya_zehra_(s)_bi_amadebûna_rêberê_inqilabê
Merasima yekemîn şeva şîngêriya bo hezreta Fatimeya Zehra (S) bi amadebûna rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamiya Îranê li hisêyniya Imam Xumêynî (RE) hat birêxistinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2016 03:55 Asia/Tehran
  • Birêxistina merasima şîngêriya bo hezreta Fatimeya Zehra (S) bi amadebûna rêberê Inqilabê

Merasima yekemîn şeva şîngêriya bo hezreta Fatimeya Zehra (S) bi amadebûna rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamiya Îranê li hisêyniya Imam Xumêynî (RE) hat birêxistinê.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, li vê merasimê ku bi hezaran kes ji çîn û qatên gel, serokomar, serokê meclisa şêwra islamî û serokê dezgeha dadweriyê û hejmarek ji bepirsên îdarî û leşkerî yên welêt tê da beşdar bûn, hucet ul islam Sidîqî kesayetiya bilind a hezreta Fatimeya Zehra (S) rave kir.

Merasima tazîdariya ji ber salvegera şehîdbûna hezreta Fatimê (S) heta roja duşem 14`ê Adarê yê li hisêyniya Imama Xumêynî (RE) berdewam be.