Pîrozbahiya cejna pîroz a Qurbanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i197660-pîrozbahiya_cejna_pîroz_a_qurbanê
Sibê anku pêncşemî 10`ê zîheceya sala 1436`an a koça hîvî beranberî 24`ê îlona 2015`an, cejna Qurbanê anku ``Cejna Zeha`` ji cejnên mezin ên misilmanan e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2015 15:42 Asia/Tehran
  • Pîrozbahiya cejna pîroz a Qurbanê

Sibê anku pêncşemî 10`ê zîheceya sala 1436`an a koça hîvî beranberî 24`ê îlona 2015`an, cejna Qurbanê anku ``Cejna Zeha`` ji cejnên mezin ên misilmanan e.

Li cejna pîroz a Qurbanê haciyên ku çûne ziyareta mala Xwedê, li ser destûra Xwedê û ji bo rezamendiya wî qurbanî dikin û rêzê li peyamberê mezin ê Xwedê, hezretê Inrahîm (S) digirin û wî bi bîr tînin.
Xwedê ji bo ku bawerî û ixlasa hezretê Ibrahîm (S) biceribîne, ew erkdar kir ku lawê xwe hezretê Ismaîl (S) di riya wî da bike qurbanî anku serê wî jêke.
Hezretê Ibrahîm (S) tevî dijwariya vî karî destûra Xwedê cih anî û xwe ji bo cihanîna vê berpirsiyariyê amade kir lê her çiqas ku hewil da kêrê gewriya lawê wî, hezretê Ismaîl (S) nebirrî.
Li vî halî bang û wehy li hezretê Ibrahîm (S) hat kirin ku li ber azmûna Xwedê bi ser ketiye û wê çaxê pezek jê ra hat şandin ta ku wê dewsa hezretê Ismaîl ser jêbike.
Ev serpêhatiya ibretbar dersa fîdakarî û têkbirina hewayê nefs û teslîmbûna li hemberî destûra Xwedê ye.
Ji ber vê yekê, misilmanên cîhanê jî roja dehem a zîheceyê wek cejneke mezin û bicoş a islamî rêzê lê digirin û jê dersa ixlas û bendetiya li dergeha Xwedê werdigirin.
Kanala SAHAR`a Kurdî cejna pîroz a Qurbanê li gişt misilmanên cîhanê pîroz dike.