Serxweşiya ji ber salvegera şehîdbûna Imamê pêncan ê şîeyên cihanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i197551-serxweşiya_ji_ber_salvegera_şehîdbûna_imamê_pêncan_ê_şîeyên_cihanê
Îro 7 Zîhecê sala 1436 H.Q , 21 Îlona 2015`an, salvegera şehadeta hezretê Imam Muhemedê Baqir (s) pêşewayê pêncan ê şîeyên cihanê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2015 05:48 Asia/Tehran
  • Serxweşiya ji ber salvegera şehîdbûna Imamê pêncan ê şîeyên cihanê

Îro 7 Zîhecê sala 1436 H.Q , 21 Îlona 2015`an, salvegera şehadeta hezretê Imam Muhemedê Baqir (s) pêşewayê pêncan ê şîeyên cihanê ye.

Imamê pêncan ê şîeyên cihanê, bi nasnavê Baqir an Baqirulolûmtê naskirin.
Hezretê Imam Muhemed Baqir (s) 19 sal û 10 mehan piştî şehadeta bavê xwe yê giranqedir hezretê Imam Zeyn El-Abidîn(s) jiyan kir û di vê midehê de erka mezin a imametê cih anî.
Imam Muhemed Baqir(s) li dewrana imameta xwe qet ji teblîxa çanda islamî, perwerdekirina şagirdan, rêberiya sehabe û gel, cihanîna sunetên kalikê xwe yê giranqedr di nava gel de û nîşandayîna riya durst a rêbertiyê bo hikûmeta talankir ya vê serdemê, xafil nema.
Imamê pêncan ê şîeyên cihanê di 7'ê Zîheca sala 114 H.Q di temenê 57 saliya xwe de li Medînê ji aliyê Hişam Ibnê Ebdulmelik yek ji xelîfên umewî va bi jehrê ket û şehîd bû.
Gelê seranerê Îrana islamî li şev û roja salvegera şehadeta hezretê Imam Muhemedê Baqir(s) bi amadebûan li mizgevt, navendên merasimên mezhebî, tirba paqij a hezretê Imam Riza(s), imamê heştan ê şîeyan, li Meşhedê, bakura rojhilata Îranê û herema paqij a hezreta Meisûme (s) li bajarê pîroz ê Qumê li başûra Tehranê tazîdariyê dikin.
Radyo û televîzyona Komara Islamî ya Îranê bi munasibeta salvegera şehadeta hezretê Imamê Muhemedê Baqir (s) serxweşiyê dibêje misilmanan û azadîxwazên cihanê.