Serxweşiya salroja wefata hevjîma giranqedr a pêxemberê Îslamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i263010-serxweşiya_salroja_wefata_hevjîma_giranqedr_a_pêxemberê_Îslamê
Îrana îslamî li salroja wefata hezreta Xedîce(S) hevjîna giranqedr a pêxemberê giranqedr ê Îslamê(s) reş li xwe kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2017 06:27 Asia/Tehran
  • Serxweşiya salroja wefata hevjîma giranqedr a pêxemberê Îslamê

Îrana îslamî li salroja wefata hezreta Xedîce(S) hevjîna giranqedr a pêxemberê giranqedr ê Îslamê(s) reş li xwe kiriye.

Îro duşem 10'ê meha Remezana sala 1438 H.Q havgavê pênc Juena 2017an  a zayînî ,  salroja wefata Hezreta Xedîce (S) hevjîna hêjaye Pêxemberê Îslamê Hezretê Muhemed (S) e. Hezreta Xedîce xatûna hêja ku ji bo Hezretê Muhemed (S) Pêxemberê Îslamê jinek fidakar bû ku di hemû demên asûdetî û dijwariyê da hevdem û hevrêya wî bû. Hezreta Xedîce dema danasîna aşkiraye ola Îslamê bo piştgiriya ji Pêxemberê hêjaye Îslamê (S) diket ber azar û ezyeta kafiran û hewl dida ku pê fidakariyê pişta mêrê xwe bigire û ji wî berevaniyê bike. Hezreta Xedîce (S) di serdema xwe da jineke xwedî hurmet bû ku bi sedema paqijî û bi rûmet bûnê bi naznavên wekî Mobareke, Tahire û Kubra dihate bang kirinê. Hezreta Xedîce (S) piştî 25 salên jiyana hevpar tev Pêxemberê hêjaye Îslamê (S) di temenê 65 saliya xwe da roja 10'ê meha Remezana sala 10 ya piştî bêsetê û 3 salan berî hicretê çû ser dilovaniya xwe.

Radyo û televîzyona  KOmara Îslamî ay Îranê  ji ber wefata Hezreta Xedîce (S) sersaxiyê dibêje evîndarên malbata pake pêxemberê hêjaye Îslamê.