Pîrozbayiya salvegera jidêbûna Îmam Muhemedê Baqir (s)
Îro pênşem salvegera jidayîkbûna Îmam Muhemedê Baqir(s) pêncemîn pêşewayê şîeyên cîhanê ye
Îro ewila Receba sala 1438 H.Q beranberî 9 Nîsana sala 2016 salroja jidêbûna hezretê Îmam Muhemmedê Baqir (S) îmamê pêncan ê şîeyên cîhanê ye.
Îmam Muhemmedê Baqir (S) istêrka pêncan li esmana îmamet û welayetê ye,
Îmam Muhemmedê Baqir (S) li roja ewil a Receba sala 57 H.Q li bajarê Medînê hatiye dinyayê.
Mezinatiya Îmam Muhemmedê Baqir (S) ewqas bû ku çaxê behsa alim û zanayên Haşimiyan, Eleviyan û Fatimiyan dihat kirin, hemûyan bi vê yekê îteraf dikirin ku Îmam Muhemmedê Baqir (S) mêratê paqijî, camêrî û mêrxasiya wan e.
Îmam Muhemmedê Baqir (S) li dewrana xwe ji şexsiyetên herî mêrxas bûye.
Di salroja jidêbûna Îmam Muhemmedê Baqir (S) da li seranserî Îrana islamî şahî û cejn birê dikeve.
Îşev rê û rismên salvegera jidêbûna Îmam Muhemmedê Baqir (S) yê li mizgeft, îmamzade û ciyên pîroz ên Îranê birê bikevin û evîndarên ehlê beyta pêxember (S) pê pişkdariya li van rê û risman şirîniyê belav dikin.
Radyo Telivîzyona Komara Îslamî ya Îranê jî gihêştina salvegera jidêbûna Îmam Muhemmedê Baqir (S) li hemû misilman û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.