Salroja jidêbûna hezretê îmam Elî el Neqî (S)
https://kurmanci.sahartv.ir/news/mezhebî-i236899-salroja_jidêbûna_hezretê_îmam_elî_el_neqî_(s)
Îro şemî 15`ê Zîheceya sala 1437 H-Q hevçaxê 17`ê Îlona 2016`an, salroja jidêbûna bimbarek a hezretê imam Elî El-Neqî (S) dehemîn îmamê şîeyan û yek ji nevîyên pak û hêja yên resûlê ekrem (S) e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2016 04:57 Asia/Tehran
  • Salroja jidêbûna hezretê îmam Elî el Neqî (S)

Îro şemî 15`ê Zîheceya sala 1437 H-Q hevçaxê 17`ê Îlona 2016`an, salroja jidêbûna bimbarek a hezretê imam Elî El-Neqî (S) dehemîn îmamê şîeyan û yek ji nevîyên pak û hêja yên resûlê ekrem (S) e.

Dehemîn îmamê şîeyan di sala 212`ê H-Q nêzîkî bajarê Medînê hate dinyayê û ber destê bavê xwe yê hêja îmam Cewad (S) hat perwerdekirin û piştî rêhleta bavê xwe, pêşengî û rêvebirîya civaka îslamî girt destê xwe.

Yek ji nasnavên navdar ên îmam Elî El-Neqî (S) Hadî bi wateya rênîşender bû. Îmama Hadî (S) li warê nasandina islama rast zav hewl da.

Îmamê dehem ê şîeyan civînên curbicur jibo hilkolandina meseleyên bawerî, fikrî û yan civakî lidar xistin û di wan civînan da bersiva pirs û gumanan da.

Hejmareke zêde ya mezinên zanist û edebê li dora îmam Elî El-Neqî (S)kom dibûn û ji deryaya zanista wî hezretî sûd werdigirtin.

Zanist û agahîyên berfire yên îmam Hadî (S) ji alîkî va û dilhebînbûna wî di nava gel da ji alîyekî din ve, hertimn dibûn sebeb ku hikimdarên ebasî kînê li hemberî wî bajon û di vê çarçovê da ew di encama komployekê da şehîd kirin.

Radyo û televîzyona Komara Islamî ya Îranê, salroja jidêbûna hezretê îmam Elî El-Neqî (S) li hemî hogirên ehli beytê (S) pîroz dike.